Trump ji NATO'yê re got: Tirsonek, em ê vê yekê ji bîr nekin!
Serokê DYE’yê Donald Trump ji ber ku di şerê li dijî Îranê de piştgiriya ku dixwest bi dest nexist, welatên NATO’yê bi "tirsonekî” tawanbar kir û got, "Em ê vê yekê ji bîr nekin."
Serokê DYE’yê Donald Trump ji ber ku di şerê li dijî Îranê de piştgiriya ku dixwest bi dest nexist, welatên NATO’yê bi "tirsonekî” tawanbar kir û got, "Em ê vê yekê ji bîr nekin."
Serokê DYE’yê Donald Trump ji ber ku di şerê ku ji hêla DYE û Îsraîlê ve li dijî Îranê tê meşandin de bi qasî tê xwestin piştgiriya wan nekirine, rexne li mutefîkên NATO’yê kir û wan wekî "tirsonek" bi nav kir.
Trump di peyama ku li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal de weşand wiha got, "Bêyî Amerîkayê, NATO PILINGEK JI KAXEZÊ YE!"
Trump wiha lê zêde kir: “TIRSONEK, em ê vê yekê ji bîr nekin!"
Trump ê ku bêyî bişêwire û agahiyê bide dest bi şer kir, daxwaz kir ku mutefîkên DYE’yê û welatên din alîkariya ewlehiya keştîvaniya deryayî li Tengava Hurmuzê bikin.
Êrîşên DYE û Îsraîlê yên ku ji 28’ê Sibatê û vir ve berdewam dikin, şer bazarganiya kûrewî serobino kiriye, rê li ber mirina bi hezaran kesan û koçberkirina bi mîlyonan kesan vekir.
Serokê DYE’yê diyar kir ku welatên NATO’yê naxwazinne beşdarî têkoşîna li dijî Îranê bibin, lê dîsa jî ew ji bihayên bilind ên petrolê bi gazinc in.
Trump wiha got: "Ev şer ji hêla leşkerî ve hate QEZENCKIRIN û ji bo wan xetereyek pir kêm heye. Ew ji bihayên bilind ên petrolê yên ku divê bidin bi gazinc in, lê ew naxwazin alîkariya vekirina Tengava Hurmuzê ku sedema bihayên bilind ên petrolê ye, bikin. Ji bo wan pir hêsan û pir xeternak e."